Rewşa azadiya rojnamegeriyê li Tirkiyê: Astengkirin û girtin!

.

Îro 3ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Rojnamegeriya Azad e û li gor amar û zanyariyan li Tirkiyê medya ne azad e. Rojnamevan tên sansûrkirin û girtin. Bi vê jî civak mafê xwe yê wergirtina zanyariyan wenda dike. Li gor dawîn raportê, niha 43 rojnamevan zindanîkirî ne.

Li gor raporta Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) di warê azadiya ragihandin û rojnamevanan de Tirkiye di nav 180 welatan de, di rêza 153 de cih digire.

Li gor amarên Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê, hê jî 43 rojnamevan zindanîkirîne.

Li gor raporta “Berdêla Raportê” ya li ser dozên derbarê rojnamevanan de, tenê di meha Nîsanê de li bajarên Amed, Agirî, Semsûr, Êlih, Qers, Mêrdîn, Wan, Edîrne û Stenbolê herî kêm 49 rojnamevan li ser 21 dosyeyên ciyawaz hatin dadgehîkirin.

Komeleya Rojnamevanan a Tirkiyê jî bi boneya Roja Cîhanî ya Rojnamegeriya Azad daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê kir ku ji %90 ragihandinê ketiy bin kontrola desthilatê, 12 hezar rojnamevan bêkar mane û rastî lêpirsînan hatine û 43 rojnamevan jî girtî ne.

Li gor daxuyaniya wê komeleyê, hejmareke rojnameyên ku serbixwe ne jî ji aliyê saziyên dewletê yên derbarê medya û ragihandinê ve rastî cezayên cor bi cor tên û ew rojname û rojnamevan di bin gefan de kar dikin.

Komeleya Rojnamevanan a Tirkiyê, di daxuyaniya xwe de bang li aliyên peywendîdar dike ku hemû ew rojnamevanên girtî bên berdan.

Li gor amarên giştî li Tirkiyê tenê di yek sala dawî de:

-Bi giştî li rojnamevanan 226 sal û 8 meh û 25 roj cezayê girtîgehê hat birîn

-Di 128 dozan de 274 rojnamevan hatin darizandin

-Derbarê 101 rojnamevanan de lêpirsîn hat vekirin

-44 rojnamevan ketin ber êrîşan

-Bi awayê devkî gef li 23 rojnamevanan hat xwarin

-Di desteserkirinê de 6 rojnamevanan lêdan xwar

-Ji ber naverokê biryara astengkirina 62 malperên nûçeyan û 1411 nûçeyan hat dayîn

-Bi giştî 7.488.851,00 TL cezayê îdarî û 41 car cezayê sekinandina weşanê hat dayîn

-322 kartên çapemeniyê hatin betalkirin

-Saziya Belavkirinê ya Çapemeniyê 212 roj cezayê weşanê li rojnameyan birî

-Di ragihandinê de rêjeya bêkariyê derket %35

-Li pênc saziyên cuda yên ragihandinê mafê girêbesta giştî ya 1400 karmendan hat astengkirin

-Heta niha jî 43 rojnamevan di girtîgehê de ne

Li aliyê din li gor raporta Pen Amerîka Freedom To Write 2020 a ser bi Yekîtiya Nivîskarên Navdewletî ve di zîndankirina rewşenbîran de Tirkiye li cîhanê di rêza 3emîn de ye ku berî wê Çîn û Erebistana Siûdî tên.

Di raportê de tê tekezkirin li Tirkiyê di azadiya ramanê de ti başbûek çênebûye û sala 2020an li Tirkiyê herî kêm 25 nivîskar, akademîsyen û rewşenbîr hatine zindanîkirin.
 

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn