Rewac Hacî: 130 hezar aware ji Helebê gihîştin herêma Efrînê

.

Berpirsekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) eşkere kir, ji ber şerê taxên Kurdan ên Helebê, nêzîkî 25 hezar malbat vegeriyane herêma Efrînê û ew rojane xwarina germ û xizmetên tenduristiyê digihînin lîqewimiyan.

Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî, îro 10ê Çileyê ji Kurdistan24’ê, ragihand, ji ber rûbirûbûna di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Artêşa Sûriyeyê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, pêleke mezin a koçberiyê pêk hatiye. 

Hacî wiha got: "Ji ber vî şerî, zêdetirî 25 hezar malbat, ango nêzîkî 130 hezar kes, ji Helebê derketine û vegeriyane bajarê Efrînê û gundên wê. Herwiha 1200 malbatên din jî li nava bajarê Helebê aware bûne û niha li pênc navendên cuda dimînin.

Berpirsê BCF’ê diyar kir, wan ji bo awareyan navendên dabînkirina xurekê li Efrînê vekirine û pirsgirêka xwarinê çareser kirine. Hacî herwiha got: "Tîmên me rojane xwarina germ dabeş dikin. Hevdem tîmên me yên tenduristiyê awareyan dişopînin û xizmetên bijîşkî û piştgiriya derûnî pêşkêşî wan dikin."

Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, ji bo berfirehkirina alîkariyan, ew ê sibê hesabekî taybet ê bankê eşkere bikin. Bi riya vê hesabê, xelk, kompanya û rêxistinên xêrxwaz dê bikaribin alîkariyên xwe bigihînin awareyên Helebê.

Spasiya Ji Bo Xelkê Efrînê

Rewac Hacî di dawiya axaftina xwe de, bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasiya xelkê Efrînê kir ku bi dilgermî pêşwaziya awareyan kirine û deriyên malên xwe ji wan re vekirine.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin