Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê: Peyman ji bo Sûriyeyê gaveke dîrokî ye

.

 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê derbarê peymana di navbera Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî û Ehmed Şeri’ de, ku di 10ê Adara 2025aan de hat îmzekirin, daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku peyman piştî rûxandina rêjîma Be’sê gaveke dîrokî ye. Ew yekîtiya xaka Sûriyeyê diparêze û bi diyalogê pirsgirêkan çareser dike. 

Her weha Rêveberiya Xweser anî zimên ku ev pêngav rê li ber hevkariya aliyên Sûriyeyê vedike û zîhniyeta parçebûnê red dike.

Rêveberiya Xweser amaje bi berpirsyariya vê pêvajoyê kir tîne zimên ku ew ê destkeftiyên gelê Sûriyeyê biparêze. 

Di daxuyaniyê de şehîdên şehîdên serhildana 12ê Adara 2004an ên Qamişlê hatin bibîranîn.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand