Rêveberiya Xweser ‘Yasaya Parastina Zarokan’ pesend dike

.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê  “Yasaya Parastina Zarokan” pesend dike û di destpêka sala 2022yan de dikeve warê cîbicîkirinê.

Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan di Milmilaniyên Çekdar de, ya ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Newroz Elî ragihand ku li gorî rêkeftina ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Neteweyên Yekbûyî de hatiye îmzekirin, Rêveberiya Xweser ew Nivîsgeha Parastina Zarokan di yekê Cotmeha 2020an de vekir û hejmarek ji nivîsgehan ser bi wê nivîsgehê hene.

Li gorî gotina Newroz Elî, peyreweke navxwe ji wan nivîsgehan re hatiye danîn û daxuyaniyeke giştî derbarê sînordarkirin û rêgirîkirinê li ber karkirina zarokan ragihand. Di nav de jî rawestandin û qedexekirina leşkerkirina zarokan.

Newroz Elî nîşan bi wê yekê jî da ku kar li ser cîbicîkirina mafên zarokan di perwerde û fêrbûnê de dikin, tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku di destpêka sala 2022yan de, Yasaya Parastina Zarokan li Rêveberiya Xweser dê bê pesendkirin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand