Rêveberiya Xweser sîstema xwe ya perwerdeyê disepîne; malbatî nîgeran in

.

Saziya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser li Qamişlo agahdarî daye hemû dibistanên hikûmî û taybet ku divê dawî li sîstema perwerdeyê ya girêdayî Şamê bînin û sîstema Rêveberiya Xweser bicîh bînin.

Malbat: "Pêşeroja zarokên me di xeterê de ye"

Malbatên xwendevanan vê biryarê weke pêngaveke "nelojîk" bi nav dikin û nîgeraniya xwe tînin ziman ku ev yek dê zerareke mezin bide pêşeroja zarokên wan.

Ala Hebo, ku bavê du xwendevanên bekeloryayê ye got: "Ev çar-pênc sal in em bi Rêveberiya xwe re gelekî zehmetiyê dibînin. Ez vê biryarê weke biryareke ne dirust dibînim. Gerek Rêveberiya me berjewendiyên xelkê xwe li ber çavan bigire. Ne Şam û ne jî aliyekî din girîngiyê bi zarokên me nade."

Rêveberên dibistanan: "Bila perwerde nebe qurbana siyasetê"

Rêveberên saziyên perwerdeyê jî daxwaz dikin ku ev mijar bi diyalogê were çareserkirin û perwerde nebe beşek ji "bazara siyasî".

Rêveberê peymangehekê yê bi navê Şukrî Yusif got: "Xwezî ev bazarên siyasî ji xwendevanan dûr bikevin. Divê her du alî – Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê – li hev bicivin û bigihîjin encamekê, da ku xwendevan zanibin dê çawa ber bi pêşerojê ve biçin."

Çavkaniyekê ji Wezareta Perwerdeyê jî piştrast kir, ew û Rêveberiya Xweser li ser xalên giştî li hev kirine û biryar e hefteya bê encamên dawî werin ragihandin.

K24

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn