Rêveberiya Xweser: Şandeyên Amerîka, Holenda û Kenedayê serdana herêma me kir

.

Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand, sê welatan, welatiyên xwe yên DAIŞê ji Rojavayê Kurdîstanê vegerandine.

Rêveberiyê diyar kir, 6’ê vê mehê şandeyên, Amerîkî, Holendî û Kenedî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, şande ji, Rêveberiya Buroya Navendên girtina Terorîstan a Wezareta Derve ya Amerîkayê Taşa Solomon, Şandiyê Taybet bo Sûriyê di Wezareta Derve ya Hollendayê de Gêrs Gêrlag û Rêvebera Gîştî ya karên Konsolî ya Wezareta Derve ya Kanadayê Vîktoriya Foler pêk hat.

Di daxuyaniya de hate piştrast kirin ku, 11 kes radestî Amerîka ku yek ji wan ne Amerîkî ye, 4 radestî Hollenda û 6 jî radestî Kanadayê hatine kirin.

Her wiha li gorî Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser zarokekî finlendî jî hatiye radestkirin.

Rojnameya Wall Street Journal a amerîkî da zanîn, ev hejmara herî mezine ku Amerîka ji welatekî din vedigerîne û cara yekeme ew welat, welatiyekî ne amerîkî vedigerîne.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand