Rêveberiya Xweser ji Şamê re: Divê koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî bi ewle vegerin warê xwe

.

Rêveberiya Xweser di salvegera dagirkirina bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê Tirkiyeyê û grûpên çekdar de, bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kir ku berpirsyariyên xwe yên niştimanî û mirovî bi cih bîne û kar ji bo vegera ewle ya koçberan bike.

Rêveberiya Xweser îro 9ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, Tirkiyeyê di êrişa sala 2019an de hemû cureyên çekan, tevî çekên qedexekirî, li dijî herêmên ewle bi kar anîne. Di encamê de bi sed hezaran sivîl koçber bûne û binpêkirinên mezin ên mafên mirovan ên weke kuştin, revandin û talankirinê pêk hatine. Rêveberiya Xweser tekez kir, ev yek di çarçoveya siyaseta sîstematîk a guhertina demografî û qirkirina etnîkî de hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de rasterast bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hat kirin ku ji bo rawestandina binpêkirinan û misogerkirina vegera bi rûmet a şêniyên resen ên herdu bajaran bi awayekî cidî tevbigere. Herwiha hat gotin ku divê pêngavên wê ji bo bidawîanîna siyaseta dagirkeriyê bin.

Rêveberiya Xweser rizgarkirina herêmên dagirkirî weke "erkeke niştimanî û mirovî" binav kir û bang li hemû hêzên niştimanî yên Sûriyeyê kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê bibin yek, da ku bi hev re ji bo Sûriyeyeke demokratîk û yekgirtî bixebitin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Helwesta we ya ji bo Rojavayê Kurdistanê serbilindî ye
Erdheja Kurdan
Berhem Salih: NY amadekariya şandina alîkariyan bo Kobanê dike
Nûredîn Baba li ser peymana bi HSDyê re daxuyanî da
Şaredariya Lozanê 50 hezar frank ji Rojavayê Kurdistanê re şand