Rêveberiya Xweser heyetek şand Şamê

.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku şandeyeke teknîkî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina aloziyên li Helebê û derdora wê, gihiştiye Şama paytext.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo piştrastkirina nûçeyê pêwendî bi sê sekreterên partiyên nêzîkî Rêveberiya Xweser re kir.

Du ji wan sekreteran diyar kir ku ti agahiyên wan derbarê şandeyê de nînin lê sekreterê partiyeke din nûçe piştrast kir û got, “zanyariyên zêdetir li cem wî nînin.”

Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed jî ragihan ku Heyeta Rêveberiya Xweser bi serokatiya Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmedê ji bo gotûbêjkirina aloziyên li Helebê û derdora wê, gihişte Şama paytext.

Li gorî zanyariyên SOHRê, heyet ji çend kesên teknîkî pêk tê û di navbera Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Ehmed Şêbanî de kar dike.

Heman çavkaniyê da zanîn ku armanca serdanê ew e ku rê li ber berfirehbûna aloziyan li eniyên şer were girtin.

Ev serdan di demekê de ye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihandibû ku komên çekdar ên ser bi hikûmetê ve hewl didin aramiya herêmê têk bidin.

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin