Rêveberiya Xweser: Êriş xizmeta dijminên Sûriyeyê dikin

.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên dawî yên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bi tundî şermezar kirin û got, “Êriş xizmeta dijminên Sûriyeyê dikin.”

Rêveberiya Xweseriya diyar kir ku ev êrişên komên hikûmeta veguhêz dikevin xizmeta dijminên Sûriyeyê.

"Jinek şehîd ket"

Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di encama êrişan de jinek şehîd ketiye û hejmarek şênî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa van êrişan û bandorên wan ên xeternak e.

"Aramî têk diçe"

Rêveberiyê da zanîn ku ev êriş di demekê de tên kirin ku pêdivî bi xweragirtin û xebateke cidî ya ji bo agirbestê heye.

Hat diyarkirin ku ev êriş bi xwe re krîzan tînin û aramiyê têk dibin.

"Xizmeta dijminên Sûriyeyê dikin"

Rêveberiya Xweser tekez kir ku armanca van êrişan qelskirina yekîtiya xîtaba Sûriyeyê û têkbirina hewldanên çareseriya siyasî ye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev ne cara yekem e êriş li dijî van taxan tên kirin û berê jî binpêkirinên peymanan çêbûne.

Banga ji bo Sûriyeyeke nenavendî

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de bangî hemû Sûriyeyiyan û hêzên neteweyî kir ku xebatên hevbeş zêde bikin.

Rêveberiyê xwest ku sînorek ji siyasetên qetilkirinê re were danîn û ji bo "Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî" xebat were kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin
Salvegera Raperînê: 35 sal berê gelê Kurdistanê li dijî dîktatoriyê serî hilda
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Em ji bo biryara Komelaya Şoreşger kêfxweş in
Termên 87 leşkerên Îranê ji deryayê hatin derxistin