Rêveberiya Xweser bi milyonek dolarî piştgirî da Durziyên Siwêdayê

.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd ragihand ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê piştî kuştinên komkujiyên li Siwêdayê wekî alîkarî milyonek dolar daye kampanyaya alîkariyê ya Siwêdayê.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd a Dilgeş Îsa ji Berpirsê Deska Îngîlîzî ya Portala Rûdawê Karwan Fethî Drî got, “Me di 24ê Tîrmehê de kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pereyan didin kampanyayê. Me sindoqên kampanyayê komkirinê û hesabên bankê danîne… Kampanya dê 10 rojan bidome.”

Îsa her wiha da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi bexşandina milyonek dolarî tevlî kampanyayê bûye û got,”Wan milyonek dolar radestî me kir da ku em alîkariyê bigihînin Siwêdayê. Rêxistin û saziyên din jî bi hezaran dolar dane kampanyayê.

Heyva Sor a Kurd nekarî xwe bigihîne bajarê Siwêdayê yê ku piraniya şêniyên wî Durzî ne.

Li gorî amara dawî ya ku Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, di pevçûnên dawî yên di navbera çekdarên Durziyan û çekdarên Erebên Bedewî de zêdetirî 1,300 kes mirine.

Îsa eşkere kir ku ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî wan ji Hikûmeta Şamê destûr xwestiye ku derbasî Siwêdayê bibin.

Parêzgeha Siwêdayê bi piranî di bin kontrola hêzên Durziyan de ye lê çekdarên girêdayî dewletê jî li deriyên wê hatine bicihkirin da ku rê li ber pevçûnên zêdetir di navbera çekdarên Durziyan û Erebên Bedewî bigirin.

Li aliyê din, her çend îdiayên dorpêçkirina Siwêdayê hebin jî, Hikûmeta Sûriyeyê ev îdia red kirine.

Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê hatin tometbarkirin ku di dema pevçûnan de li gel çekdarên eşîrên Erebên Bedewî cih girtine.

Di navbera Durziyan û Rojavayê Kurdistanê de pêwendiyên xurt hene û rêberê wan ê herî bihêz ê ruhanî banga avakirina korîdorekê ku Siwêdayê bi Rojavayê Kurdistanê ve girêbide kiribû.

Berpirsên Rêveberiya Xweser gotibûn bi taybetî di warê mirovî de ew amade ne bi her awayî alîkariya Durziyan bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî piştrast kir ku Durziyên Siwêdayê ji wan xwestine ku "ji bo sivîlan korîdorên ewle vekin û êrişên li ser wan rawestînin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî piştrast kir ku Durziyên Siwêdayê ji wan xwestine ku "ji bo sivîlan korîdorên ewle vekin û êrişên li ser wan rawestînin."ş

Hevserokê Heyva Sor a Kurd eşkere kir ku Heyva Sor a Kurd çawa destûra derbasbûna parêzgehê wergire plan dike ku derman, xwarin û pêdiviyên bingehîn ji bo jin û zarokan bigihîne Siwêdayê.

Dilgeş Îsa eşkere kir ku eger ew destûra derbasbûnê wergirin, ew dê hewl bidin ku pereyê neqdî bişînin û anî ziman ku şandina alîkariyê ji pereyê neqdî çêtir e ji ber ku nebûna pêdiviyên bingehîn li parêzgehê dê pereyê neqdî bêkêr bike.

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin