Rêveberiya Xweser: Bi hezaran çekdarên DAIŞî tevlî êrişa li Helebê bûn

.

Rêveberiya Xweser derbarê şer û pevçûnên li Helebê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku komên çekdar "sûcên şer, paqijiya nijadî û guhertina demografîk" kirine.

Rêveberiya Xweser her wiha daxwaza çûyîna hêzên navneteweyî ya herêmê kir.

Rêveberiya Xweser hûrgiliyên şer û pevçûnên li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê eşkere kirin:

"Roja 6ê Kanûna Paşîn, êrişeke leşkerî ya berfireh ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin."

Li gorî daxuyaniyê, ev êriş di çarçoveya "planeke Tirkiyeyê û bi piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî" de bûye û armanc jê "lêdana li Kurdan" a li bajêr bûye.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku şer "nehevseng" bûye û 6 rojan berdewam kiriye.

Hat destnîşankirin ku bi hezaran çekdaran bi çekên giran û topan êrişî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) kiriye ku tenê çekên wan ên sivik hebûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di nav êrişkaran de çekdarên DAIŞê hebûn."

Rêveberiya Xweser kontrolkirina taxan ji aliyê wan koman ve wekî "ne serkeftin, tawan û îxaneteke mezin" bi nav kir.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku "Wan berxwedaneke dîrokî tomar kir", pesnê berxwedana hêzên xwe da û navên hinek “fermandar û şervanên şehîd” belav kirin, “Ziyad, Azad, Hogir, Dilbirîn, Viyan, Feraşîn, Rojbîn û Denîz.”

Tohmeta "têkdana terman" û daxwaza hêza navneteweyî

Rêveberiya Xweser, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar bi "sûcên şer" tohmetbar kirin û got:

"Ew desthilat îdiaya Îslamê dike lê terman têk dide û heqaretê li pêkhateyan dike."

Di daxuyaniyê de bangî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî hat kirin ku bi taybetî ji ber metirsiya "îdamkirina meydanî û paqijiya nijadî" rewşa mirovî û ewlehiyê ya wan taxan li ber çavan bigirin.

Rêveberiya Xweser "ji bo rêlibergirtina sûcên nû, çimkî bawerî bi hêzên ewlehiyê yên wê dewletê nayê kirin ku kesên tundrew û DAIŞ serkêşiya wan dikin" daxwaza hebûna hêzeke navneteweyî li her du taxan kir.

Hişyariya guhertina demografiyê

Rêveberiya Xweser armanca sereke ya êrişê wekî "guhertina demografiyê" bi nav kir û bangî xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir ku dest ji malên xwe bernedin û yên koçber bûne jî vegerin ku rê li ber wê planê bigirin.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de soz da û anî ziman:

"Em dê hemû şiyanên xwe yên madî û manewî bixin meriyetê ji bo kêmkirina bandorên wî şerî û em dê di hemû şert û mercan de bi gelê xwe re bin."

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Li bajarê Almanya HERNE jibo Rojava xwepêşandan
Tevgerek bê veger heta serkeftinê
Xelkê Mako û Xoyê tevlî serhildanê bûn
Rêjîma Îranê li bajarê Abyêk û Goherdeştê de teqe li serhildêran kirine
Piştevanîkirina kesayetiyên siyasî yên cîhanê li serhildana xelkê li îranê berdewam e