Rêveberiya Xweser bang kir: Van hilbijartinan nas mekin

.

Rêveberiya Xweser bangî civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku hilbijartinên Sûriyeyê nas nekin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, hilbijartinên ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê amadehiyên wan dike ne demokratîk in û bi ti awayî vîna Sûriyeyiyan nîşan nadin.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê biryar dabû ku îlona îsal “hilbijartinên parlamentoyê” li dar bixe û amadehiyê xwe didomîne.

Rêveberiya Xweser li ser van hilbijartinan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku ev hilbijartin ne demokratîk in.

“Hemû gav li dijî armancên şoreşa Sûriyeyê bûn”

Daxuyaniye nivîskî ya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:

"Piştî rûxîna rejîma Esed heta roja îro ku bi Konferansa Diyaloga Neteweyî, avakirina hikumeta demkî, ragihandina Danezana Destûrê û îro ragihandina hilbijartinên parlemantoyê li Sûriyeyê, hemû gav li dijî armancên şoreşa Sûriyeyê bûn.

Armanca şoreşa Sûriyeyê pêkanîna edalet, demokrasî, wekhevî û azadî ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bû.

“Ev maf careke din ji hemû Sûriyeyiyan tê standin”

Sûriyeyiyan di rêya bidestxistina mafên welatîbûna rast, bi taybet mafên namzedbûnê ji bo xebat û denganê di hilbijartinên azad û şefaf de canê xwe feda kir lê belê, em dibînin ku dîrok xwe ducare dike û ev maf careke din ji hemû Sûriyeyiyan tê standin.

“Bi ti awayî îradeya gelê Sûriyeyî nîşan nadin”

Ji ber ku ev hilbijartin ne demokratîk in û bi ti awayî îradeya gelê Sûriyeyî nîşan nadin.

Ji bilî berdewama marjînalîzekirin û dûrxistina ku Sûriyeyiyan di 52 salên borî de di bin desthilatdariya Beasê de kişandiye, tiştek din temsîl nakin.

Lidarxistina qaşo hilbijartinan di vê demê de dûrxistina nîvê Sûrîyeyiyan ji vê pêvajoyê ye, çi bi rêya koçberiya bi darê zorê be çi jî bi rêya polîtîkayên sîstematîk ên ku armanc dikin pêşî li beşdarbûna hemû pêkhate û hêzên çalak di şekildana pêşeroja welêt de be, bigirin.

“Hilbijartin gaveke şeklî ne”

Ev dûrxistin bi serê xwe delîleke biguman e ku qaşo hilbijartin gaveke şeklî ne û bersiva daxwazên çareseriya siyasî ya berfireh ku pêdiviya Sûriyeyan e, nadin.

Em dixwazin destnîşan bikin ku ‘binavkirina herêmên me wekî ne ewle ya ji bo rewakirina siyaseta înkarkirina zêdetirî 5 milyon Sûriyeyî, ne rast e. Ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî herêmên din ên Sûriyeyê ewletir in.

Em wekî beşek yekgirtî ya Sûriyeyê û gelê wê ne, em her tedbîr an biryareke ku bi zihniyetek yekalî ku qurbanî û mafên rewa yên hemû pêkhateyan paşguh dike, red dikin.

Em dê bi pêkanîna ti biryara ku di çarçoveya vê rêbaza dûrxistinê de hatiye dayîn re eleqedar nebin û em dê van hilbijartinan wekî girêdayê gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne nebînin.

“Van hilbijartinan nas mekin”

Em bangî civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku van hilbijartinan nas nekin ku bi biryara 2254an re nakok in.

Di dawiyê de, em careke din diyar dikin ku çareseriya li Sûriyeyê bi ducarekirina polîtîkayên berê pêk nayê, berevajî bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh ku hemû Sûrîyeyî, bêyî ku li girêdayîbûn û îradeya wan a azad binêrin beşdar bibin pêkan e da ku em Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin ku mafan garantî bike û asoyên aştî û aramiyê veke.”

Kurdistan Haberleri

Welî: Heseke, Reqa û Siweyda ne di bin serweriya dewletê de ne
Hilbijartin û çarenivîsa Hisîça, Reqa û Siwêdayê
DÊRSIM - Mescîda li Çimê Baba Munzûrê hat protestokirin
Kasim Ergun: Komîsyona Aştiyê ne bo çareserkirina pirsa Kurd hatiye çêkirin
Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye