Reuters: Netanyahu bi Awayekî Veşartî Serdana Erebistana Saudî Kir

.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Yekşemê bi awayekî veşartî serdana Erebistana Saudî kiriye.

Reutersê dîyar kir ku Netanyahu bi Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, ku bo serdanekê li wî welatî bû, civîye.

Ofîsa fermî ya Netanyahu û Balyozxaneya Amerîka ya li Orşelîmê derbarê serdanê hîn ti şirove nekirine.

Rojnameya Haaretz ya Îsraîlê agahîyên ji esmên yên ku raber dikin ku firokek ji Tel Avîvê çûye beravên Neom yên Derya Sor, ku Bîn Salman û Pompeo jî roja Yekşemê li wir kom bûbûn.

Rêvebirîya Washingtonê dijî bandora Îranê ya li herêmê hewil dide ku Erebistana Saudî û welatên Kendavê bi Îsraîlê re peywendîyên xwe normal bikin.

Rîyadê heta niha normalkirina peywendîyên bi Îsraîlê re red kir û dîyar kir ku divê ew berê li gor armancên Filîstînîyan tevbigerin.

Lê, dîsa Saudîyan destûr da Îsraîlîyan ku bi firokên xwe di ser wan re derbazî welatên Kendavê û Asya bibin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê