Ajansa nûçeyan a “Reuters” pêka zaniyariyên çavkaniyek cihê bawerê a Îranê ragihandiye ku, ji ber şerê digel Amerîkayê û sepandina cezayên aborî yên giran, Komara Îslamî tenê ji bo nêzîkî du mehên din şewat û benzîn di koga û embarên xwe de heye.
Li gorî rapora “Reuters”ê , berdewamkirina dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê ji aliyê artêşa Amerîkayê ve, hinardekirina neftê ji Îranê sekinandiye, û neft jî yek ji çavkaniya sereke ya dahata rejîma Îranê ye.
Herwisa, vê çavkaniyê amaje bi vê yekê kiriye ku Îran ji ber kêmbûna şiyana palavtingehan neçar bûye benzînê ji derveyî welatê hawirde bike, lê cezayên aborî ew rê jî li wan girtiye.
Ji aliyê din ve, “Scott Bessent” Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, ragihandiye ku Waşington hefteya borî operasyonê «dorpêçkirina aborî» li dijî Îranê dest pê kiriye, operasyonek ku armanca wê zêdetir kirina dorpêçan û qutkirina çavkaniya dahata Spaha Pasdaran û rejîma Îranê ye.
Herwisa, sê çavkaniyên Îranî ji “Reuters”ê re ragihandine ku ev gavên Waşingtonê derfetên Îranê ji bo bidestxistina diravê biyanî û veguhastina hewcehiyan bo Tehranê bi awayekî berçav kêm kirine.