Reuters: Amerîka Piştî Kuştina Silêmanî 3,000 Leşkerên Din Dişîne Rojhilata Navîn

Karbidestên Amerîkî îro Înê ragihand ku ewê wek pêşîgirtina gefên hember hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, 3,000 leşkerên din bişînin wê herêmê.

Navenda Nûçeyan- Karbidestên ku nexwest navê wan were eşkere kirin, ji Reutersê re got ku hêzên nû tev li 750 leşkerê Amerîkî bin ku demeke zûtir ya vê heftê ji Kuweytê re hatibûn şandin.

Karbidestên Îranê, piştî kiştina qumandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî ji alîyê Îraqê ve, gotibû ku ewê heyfa kuştina Silêmanî bi tundî ji Amerîka hilînin.

Reutersê îro berî hemî ajansan ragihandibû ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper behnvana xwe ya plankirî, jiber alozîyên zêdebûyî yên ligel Îranê betal kirîye.

Amerîka berê jî dijî hêza Ketayîb Hîzbulah êrîşên esmanî pêk anîbûn û herî kêm 25 kes kuştibûn û 55 kesên din jî birîndar kiribûn, piştî ku karmendekî Amerîkî di êrîşeke roketî de li bingeheke leşkerî ya Îraqê hatibû kuştin.

Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî, kuştina Silêmanî û Muhendîs wek karekî neyarane û dijî serwerîya Îraqê bi nav kiribû.

“Amerîka bi wê êrîşê peymana hêlana hêzên xwe li nava Îraqê binpê kirîye. Ezê ser vê mijarê daxwaza civîneke awarte ji parlamanê bikim,” Mehdî gotibû.

 

Dengê Amerîka

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin