Reuters: Amerîka dê di nava 24 demjimêran de êrişî Îranê bike

.

Hinek berpirsên Ewropî ragihand ku Amerîka dê di nava 24 demjimêrên bê de êrişî Îranê bike.

Medyaya Amerîkayê jî belav kir ku tê pêşbînîkirin êriş sînordar be û çend armancên diyarkirî li xwe bigire.

Du berpirsên Ewropî îro ji Reutersê re ragihand, "Di nava 24 demjimêrên bê de îhtimal heye ku Amerîka êrişî Îranê bike."

Hinek berpirsên Amerîkayê jî ji medyaya welatê xwe re axivîne û dibêjin:

"Êriş li ser çend armancên diyarkirî ye, di nav wan de baregehên ewlehiyê, bernameya nukleerî û sîstema mûşekên balîstîk hene."

"3 hezar û 400 kes hatine kuştin"

Ev 18 roj in ku xwenîşandan û nerazîbûn li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne.

Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, di vê maweyê de nêzîkî 3 hezar û 400 kes hatine kuştin.

Her wiha nêzîkî hefteyekê ye ku desthilatdarên Îranê xizmetguzariya înternetê sînordar kiriye yan jî qut kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump çend caran di gotar û nivîsên xwe yên li ser Truth Socialê de amaje bi wê yekê kiriye ku ew piştgiriyê didin xwenîşanderên Îranê û daxwazên wan.

Trump her wiha diyar kiriye ku ew dê bersiva tundiya hêzên ewlehiyê yên Îranê ya li dijî xwenîşanderan bidin.

Ji bilî Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê û hinek endamên wê yekîtiyê jî dijberiya xwe ya li hemberî şêwaza bersivdana Îranê ya ji bo xwenîşandanan û kuştina xwenîşanderan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve anîne zimên.

Kurdistan Haberleri

PWK-Ewropa: Destên Şara di nav xwînê de ne, divê Almanya derî lê veneke!
PENa Kurd bo Cîhanê: Qelemên xwe bo parastina Kurdan bikin mertal
Amerîka û Hevpeyman bi temamî ji bingeha Eyn Esedê vekişiyan
Graham: Eger hûn bi ser Kurdan de biçin Amerîka dê berteka tund nîşan bide
TEHRAN - Îranê 2 ciwanên Bokanî kuştin