Reuters: Amerîka daxwaza otonomiyê ji bo Kurdên Sûriyeyê dike

.

 Ajansa Reutersê aşkere kir, Washingtonê di civîna li Munihê de daxwaz ji rayedarên Sûriyeyê kiriye ku di mijara daxwazên Kurdan de nerm bin û mafê otonomiyê bidin wan.

Li gorî ajansa Reutersê ku ji çavkaniyekî agahdar girtiye, şeva borî (13.02.2026) di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de, civîneke girîng di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî de pêk hat. Di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Abdî jî amade bû.

Reutersê diyar kir, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio daxwaz ji rayedarên Sûriyeyê kiriye ku heta ji destê wan tê li hemberî daxwazên Kurdan nerm bin. Amerîka piştgiriyê dide ku şêweyek ji "otonomiyê" (xweseriyê) ji bo Kurdan bê dabînkirin, bi şertekî ku ev yek nebe gef li ser desthilata navendî ya Şamê.

Heman çavkaniyê destnîşan kir jî, Washington heta niha ji pêşketinên di pêvajoya yekxistina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de razî ye. Herwiha Amerîkayê kêfxweşiya xwe li ser cîbicîkirina rêkeftina 29’ê meha borî (Çileyê) nîşan daye.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin