Resûl: ”Ew êdî serxwebûna Kurdistanê rasteqîn dibîne, ku tê de îtiraf bi hemû mafên kêmîneyan dike.”

"Divê hemû hêzên pêşmerge di bin desthilata fermandarîyekê de bin!"

Rojnameya Corriere Della Sera ya Îtalyayê hevpeyvînek bi Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Kosret Resûl Elî re kiriye.

Kosret Resûl derbarê rewşa niha ya Kurdistanê de gotîye; Kurdistan nikare bi vê rewşa niha berdewam be; “Lê hê jî li ser peymana Lozanê ya sala 1923an dihê sekinandin. Milletê Kurd di vê de hat dabeşkirin, niha pêwîstî bi Lozaneke nû heye bo berhemanîna azadiyê li hemû deverê.”

“Hebûna Kurdistaneke serbixwe ji wî re ne xewn e. Ew kurdistaneke rasteqîn dibîne, ku tê de îtiraf bi hemû mafên kêmîneyan dike.”

Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê di derbarê şerê Mûsilê jî gotîye:“Piştî temambûna şerê Mûsilê, yekem pêngav dê peymaneke di navbera partiyên kurdî de be, ji bo rêxistina hemû Hêza Pêşmerge di bin desthilata fermandeyiyeke yekgirtî de ku ew hêvîdar in bi çekên nû yên ewropî were çekdarkirin.”

Kosret Resûl derbarê şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê jî de gotîye, şerê Hêza Pêşmerge li dijî DAIŞê, tenê bo Kurd nîne, ji bo welatên Ewropayê jî.

  

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin