REQA - HSD: 2 şervan birîndar bûn

.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li bakurê Reqayê komeke çekdar a nenas êrişî wesayîteke wan a leşkerî kiriye.

Di encama êrişê de 2 şervan birîndar bûne û li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

"Li pey êrişkaran lêgerînê dest pê kir"

Li gorî daxuyaniya HSDyê, bûyer li ser rêya nêzîkî gundê Mueyzîlê yê bakurê Reqayê qewimî.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî êrişê, hêzên HSDyê bi lez dest bi operasyoneke şopandinê li herêmê kirine da ku êrişkaran bigirin.

Hat tekezkirin ku "Operasyonên ewlehiyê ji bo şopandina şaneyên terorîst ên ku hewl didin aramiyê li herêmê têk bidin, berdewam dikin."

"Êriş dê me ji erkê me venegerînin"

HSDyê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew dê erkê wan ê parastina herêmê berdewam bike û wiha gotin:
"Êrişên bi vî rengî dê me ji berdewamkirina erkê me yê parastina sivîlan û misogerkirina ewlehiyê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê venegerîne."

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên