Rejîma Sûriyê li Îdlibê dest bi bombebaranê kir

Firokeyên Hikûmeta Sûriyê îro zêdetirî ji 110 caran başûrê Îdlibê bombebaran kirin e.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, firoke û helîkopterên hikûmeta Sûriyê bajarokên Xanşîxon, El-Sikêk, El-Tih û Temanaa yên başûrê Îdlibê bombebaran kiriye, ku 67caran bi bermîlên bombekirî û 46 caran bi bombeyan ew bajarok kirin e armanc.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan diyar jî kir, di encama bombebaranê de û li gorî amarên dest, herî kêm 4 kesan canê xwe ji dest dan e û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn e, û dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Ji ber ku hejmarek a welatiyan di bin avahiyên wêrankirî de man e.

Tevî ku Îdlib li gorî rêkeftinên Astana di nav deverên kêmkirina şer de ye û hejmareke xalên çavdêriya Tirkiyê li wê parêzgehê hene, lê ev demek e Serok û hikûmeta Sûriyê behsa Operasyona kontrolkirina parêzgeha Îdlibê dikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin