Rejîma Îranê zozanên Rojhilatê Kurdistanê bombbaran kir

hêzên Îranê devera Deşteqelb a li zozanên Şahoyê ku ser bi parêzgeha Sinê ye, hatiye bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Pasdarên Îranê di nava du rojên borî de li derdora gundê Delemerzî ê ser bi navçeya Sewlawayê çek û teqemeniyên giran ên leşkerî cîbicî kirine.

Piştî vê jî hêzên Îranê devera Deşteqelb a li zozanên Şahoyê ku ser bi parêzgeha Sinê ye, hatiye bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku ji bilî topbarana berfireh, bi dronên bombebarkirî jî êrîşî gelek cihan hatiye kirin û çûnûhatina xelkê herêmê bo deverê hatiye qedexekirin. (PK)

Kurdistan Haberleri

Ji bo Kaniya Şêx Seîd tabela hatin danîn
5 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî hat birîn
Kurd û felsefe: gelo fîlozofên Kurdan hene?
Îstîxbarata Îranê Behzad Ebrahimpour û Muhiddin Banehrizi xistin bin çav
Îraq: Hebûna Tirkiyeyê ya leşkerî êdî nayê qebûlkirin