Rejîma Îranê zêdetir ji 700 sal girtîgeh û 2 hezar û 227 derbên qamçiyan bi ser binçavkiriyên meşa şoreşa jînayê de sepandiye

.

Rêxistina Mafê Mirovan a “Hengaw”ê li derheq sepandina ceza bi ser binçavkiriyên meşa şoreşa Jînayê de raporek belav kiriye û pêka vê raporê heta niha zêdetir ji 700 sal girtîgeh û 2 hezar û 227 derbên qamçiyan bi ser binçavkiriyên şoreşa Jînayê de ku 44 kes ji wan xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne, hatiye sepandin.

“Hengaw”ê di rapora xwe de daye zanîn, ku nasnameya 202 kesên binçavkirî yên şoreşa Jînayê eşkere kiriye û di vê derheqê de daye zanîn, bi ser 201 binçavkiriyên şoreşa Jînayê de 715 sal û 6 meh û 17 roj girtiheh û 21 sal û 6 meh girtîgeha ragirtî hatiye sepandin.

Herwisa Hengawê daye zanîn, ku 2 hezar û 227 derbên qamçiyan, standina bertîl û bêbeşkirin ji mafên civakî bi ser wan 201 binçavkiriyan de hatiye sepandin.

Di vê raporê de hatiye, ku navendên ewlehî û dadgehên rejîma Îranê, bi tohmetên “muharibe, fesad fî erz” bi ser zêdetir ji 15 binçavkiriyan de sepandiye ku renge bi ser wan de cezayên giran û bidarvekirin jî bê sepandin.

Dadgehên rejîmê bi ser 4 zarokan, 234 çalakvanên jin, zêdetir ji 4 mamoste û 8 xwendekaran de girtîgeh û derbên qamçiyan sepandiye.

Herwisa bi 10an maosteye û çalakvanên olî ji aliyê navendên ewlehî ve hatine girtin, banghêjkirin û lêpirsîn digel wan hatiye kirin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

MEŞHED - Di merasîma veşartina termê Xamineyî de 2 kes hatin kuştin
Komîsyona NY rapora Sûriyê ragihand: Banga edaletê û çarnevisê girtiyan hat kirin
SINE - Hêzên Îranê gule li sivîlan reşandin: Kur mir, bav birîndar e
Serokwezîrê Iraqê: Em hemû kêşeyên bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin
ROJAVA - Kurd navên xwe dixwazin