Rêjîma Îranê, rojnamevana Îtaliyayî bi armanca veguherîn digel terorîstekî xwe binçav kiriye

.

Rojnamevana Îtaliyayî ya bi navê “Cecilia Sala” 3 rojan piştî binçavkirina terorîstekî rêjîma Îranê yê bi navê “Mihemed Abidînî Necefabadî”ku li balafirxaneya Mîlanê de hatibû girtin, li bajarê Têhranê hate girtin.

Rêjîma Îranê bi pêka nasnameya xwe ya hov, li her demê ku terorîstek ser bi vê rêjîmê li welatekî de tê binçavkirin li kintirîn demê de kesekî xelkê wî welatî bi tohmetên çewt binçav dike ku bikare bi vê rêyê, terorîstên xwe ji girtîgehên welatên din derxîne.

Ew terorîstê rêjîmê li dabînkirina alavên hestiyar ên hewce bo diron û mûşekên rêjîma Îranê de roleke bingehîn hebûye û Amerîkayê jî ew terorîstê rêjîmê li lîstê dorpêçên xwe bo ser rêjîma Îranê zêde kiribû.

Dewleta Îtaliyayê li vê derheqê de ragihand ku bi ti awayek wî terorîstî digel ti girtiyek li Îranê venaguhere û ew tî îmkanek nîne ku ew terorîst bibe mijara danûstandin digel rêjîma Îranê.

Rojnameya Îtaliyayî ya “La Repubblica” bi belavkirina raporekê îşare bi danûstandina berpirsên Îtaliya digel rêjîma Îranê bo veguherîna “Cecilia Sala” a rojnamevana Îtaliyayî digel terorîstekî rêjîma Îranê yê bi navê “Mihemed Abidînî Necefabadî” û pêwendiya dewleta Îtaliya digel rêberên partiyên dijber bi armanca rêgirî ji êrîşa rasterast bo ser rêjîma Îranê li vê qonaxa hestiyar de kiriye.

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da