Rejîma Îranê li Îlamê 2 xortên Kurd qetil kirin

.

Li gorî Saziya Mafê Mirov a Hengawê, duh, êvara Çarşemê, 23yê Tîrmeha 2025an, 2 xortên Kurd yên bi navê Arman Biglari û Pejman Bedrî, li nêzîkî bajarê Tohidê yê Îlama Rojhilatê Kurdistanê, bêyî ku werin hişyarkirin, ji aliyê çekdarên rejîma bi guleyên çekdarên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin qetilkirin.

Hat ragihandin ku her du xort dema bi motorsîkletê derbas diçûn, bêyî ku werin hişyarkirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine hedefgirtin.

Hengawê tevî qetilkirina van her du xortan, diyar kir ku piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, hejmara kesên ku ji çekdarên rejîmê ve hatine qetilkirin, bûye 18 kes, ku di nav wan de 5 jin û zarokek jî heye.

Her weha Hengawê bi bîr xist ku apê Arman Biglari yek ji girtiyên siyasî bû ku di komkujiyên sala 1988 de li girtîgehê hatibû bidarvekirin.

Kurdistan Haberleri

Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt
Stephane Dujarric: Di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetirî 100 hezar kesan ji Tehranê derketine
Êrîşên esmaniyên Îsraîl û Amerîka bo ser binke û cebilxaneyên rêjîmê bi tundî berdewam in
Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin