Rêjîma Îranê li girtîgehên xwe de 10 girtiyên din jî bidar vekirin

.

Pêka dawî raporên belavbûyî roja Şemî 29ê Xermananê, kesek ku nav û nasnavê wî nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Melayêrê û girtiyek ê bi navê “Elî Mensûrî”, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de hatiye bidarvekirin.

Li roja 26ê Xermananê jî “Xefûr Bêhbûdî” û herwisa girtiyekî Efxanî yê bi navê “Ebdulselam Mîr Pêncşîr” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Taybadê, “Mîsaq Rizayî û Muhsin Yêgane” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Simnanê, “Mêhrdad Tacîk” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Şîrazê û “Mihemed Ferşasd Borekzêhî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gunabadê de hatine bidarvekrin.

Li roja Sêşemî 25ê Xermananê jî “Xulamriza Herîrî û Nê`imet Xudabexş” li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Sarî”yê de hatine bidarvekirin.

Bi wî awayî li destpêka heyva Xermananê heta roja Şemî 29ê Xermananê, zêdetir ji 172 haletên bidarvekirin li girtîgehên rêjîmê de hatine tomarkirin, lê amara serast gelek ji vê rêjeyê zêdetir e.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin