Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin

.

Rêjîma Îranê li roja Dûşemî 15ê Kanûna Pêşîn, 12 girtî û roja yekşemî 2 girtî û roja Şemî 13ê Kanûna Pêşîn de 9 girtî bidar vekiribûn.

Pêka amarên belavbûyî li roja Duşemî 15ê Kanûna Pêşîn, “Mîlad Şêyxî” û 2 girtiyên din ku nasnameya wan nehatine zanîn” li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê û “ Îhsan Nedîmî û Riza Şekûrî” li girtîgeha Lakan a rêjîmê li bajarê Reştê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de “Qenber Seferî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Durûdê, girtiyek bi nasnavê “Xuremî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê, “Maziyar Felahetî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nêyşabûrê û “Mihemed Bamerî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmanê de hatine bidarvekirin.

Li vê rojê de “Emîrhusên Resûlî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sawê û “Zahid Îslamî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kaşanê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li roja Yekşemî 14ê Kanûna Pêşîn de jî “Mihemed Rehîmî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê û “Xaliq Zulfeqarî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê de hatine bidarvekirin.

Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan