Rêjîma Îranê ji destpêka sala 2025 ve heta niha zêdetir ji 1922 girtî bidar vekirine

.

Pêka amara “HRANA”yê, ji destpêka sala 2025 ve heta 20ê Kanûna Pêşîn(20 December) rêjîma Îranê zêdetir ji hezar û 922 kes lî girtîgehên xwe de bidarvekirin ku bi pêka sala 2024, %106 zêde bûye û 10 kes jî li ber çavên xelkê hatine bgidarvekirin.

Pêka vê amarê zêdetir ji hezar û 681 kes anku %78 ji wan bidarvekirinan mêr, zêdetir ji 59 kes anku %3 jin û %10 jî zayenda wan nehatiye zanîn, li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin û herwisa 2 bidarvekirî jî zarok bûne.

Tevî ku hêj 10 roj bo dawiya sala nû ya zayînî maye rêjeya bidarvekirinan bi awayekî lezgîn zêdetir dibin û li li wan çend rojên dawî yên heftiya derbasbyî, bi 10an girtyiyên din hatine bidarvekirin ku li vê amarê de nehatiye.

Rêjîma Îranê bidarvekirinan û sepandina sizayê bidarvekirinê wek alaveke tepeserkirinê li hember xelkê Îranê bi taybet gelên “Kurd û Belûç” de bikar tîne.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin