Rêjîma Îranê ji çendîn bajaran ve mûşek avêtine welatên cîran û deverê

.

Pêka dawî raporên belavbûyî, rêjîma Îranê li 32 bajaran ve êrîşa mûşekî bo ser welatên kendav û deverê encam da û welatên Ordon, Îsraîl, Qeter, Kuweyt, Îmarat û Behrêyn û herwisa gemiyên Amerîka li nêzî Omanê, kirine armanc.

Li raporên belavbûyî de hatiye, tevaviya mûşekên avêtî yên rêjîma Îranê li êrîşa destpêkî de ji aliyê Amerîkayê ve li esman hatine teqandin.

Li piraniya welatên deverê de hêza parastina esmanî kevtibûne haletê amadebaşiyê û gorî raporan tev mûşek û dironên rêjîmê ku berbi wan walatan ve hatne avêtin, berî evê ku bigehne armancan, li Esman de hatne teqandin û têkşikandin.

Herwisa spaha apsdaran a trerorîst gef xwariye her gemiyek bixwaze ji tengavê derbas bibe dê bike armanc.

Piştî teqandina lançêrên mûşekên spaha pasdaran a terorîst li girava Lark û gefxwarinên spaha pastaran û hêzên çekdare rêjîmê bo bersivdanê, Donald Tiramp ê Serkomarê Amerîkayê huşdarî da hekî welatên deverê bibin armanc, dê rêjîma Îranê nirxeke giran bide,  heta niha xuya nîne ku Amerîka dê çi bersivekê bide vê şerxwaziya rêjîmê.

Kurdistan Haberleri

Kawa Ezîzî: Dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya PKKê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin
Amerîkayê êrişî Îranê kir
Gelê Amûdê li dijî sînordarkirina zimanê Kurdî derket qadan
Mamosteyên Kurd biryara Wezareta Perwerdeyê red kir
Partiyên Kurdistanî li Xaneqînê li dijî ‘erebkirinê’ dadikevin qadan