Rejîma Îranê di rojekê de 12 girtî bi dar ve kirin

.

 Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku roja Çarşemê, 8ê Cotmeha 2025an, Komara Îslamî ya Îranê li girtîgehên Kerec û Îsfahanê, cezayê darvekirinê yê 12 girtiyan cîbicî kir. Li gorî raporê, 3 ji girtiyên ku hatine bidarvekirin Kurd bûn û ew bi tohmetên wekî "kuştina biqest" û "sûcên girêdayî madeyên hişbir" hatibûn mehkûmkirin.

Li gorî zanyariyên ku Hengawê belav kirine, bidarvekirin li 3 girtîgehan pêk hatine:

Girtîgeha Qizilhesar a Kerecê:

Li vê girtîgehê, 7 girtî hatin bidarvekirin. Di nav wan de 2 welatiyên Kurd ên xelkê Nûravayê, Mîlad Yarî û Arman Kakawend, hebûn ku bi tohmetên girêdayî madeyên hişbir hatibûn cezakirin. 5 girtiyên din ên bi navên Behmen Şahhusênî, Elî Seîdzade Fehîmî, Ehmed Mihemedî, Hemze Sakî û Hesen Zarih jî bi heman tohmetê hatin darvekirin.

Girtîgeha Navendî ya Kerecê:

Li vir jî, 4 girtî hatin darvekirin. Yek ji wan, welatiyê Kurd ê xelkê Îlamê Mubîn Serwerî yê 27 salî bû, ku bi tohmeta kuştinê hatibû mehkûmkirin. Li gel wî, Mehmûd Welî Îlahî bi tohmeta kuştina hevjîna xwe, û Sîna Mihemedî û Pêdram (paşnav nediyar) jî bi tohmeta kuştinê hatin darvekirin.

Girtîgeha Destgird a Îsfahanê: 

Li vê girtîgehê jî, girtiyê Belûç ê bi navê Mesûd Melekî yê 33 salî, ku 7 sal berê bi tohmetên madeyên hişbir hatibû girtin, hate bidarvekirin.

Rêxistina Hengawê di dawiya rapora xwe de amaje bi wê yekê kir ku heta niha, medyaya fermî ya Îranê tenê nûçeya bidarvekirina 5 kesan ji van girtiyan, bêyî ku nasnameya wan eşkere bike, belav kiriye.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da