Rejîma Îranê di du mehên dawî de 21 kes îdam kirine û zêdetirî 4000 kes jî desteser kirine

.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê» (AFP), Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Türk, roja çarşemê 9ê Gulanê got ku ev îdam di encama tohmetên siyasî an bi «ewlehiya neteweyî ve girêdayî de pêk hatine.

Ev bûyer di heman demê de bi zêdebûna aloziyên piştî şerên 28ê Sibatê re rû didin. Türk her wiha da zanîn ku ji kesên hatine îdamkirin, bi kêmî ve 9 kes ji ber beşdariya di xwepêşandanên meha Kanûnê ya 2026an de, 10 kes bi tohmeta endametiya di komên dijberê hikûmeta Îranê de û du kes jî bi tohmeta «sîxuriyê» hatibûn mehkûmkirin.

Wî her wiha ragihand ku di heman heyamê de zêdetirî 4000 kes hatine desteserkirin, bêyî ku hûrgiliyên zêdetir li ser tohmet an rewşa wan were dayîn. Di heman demê de ligel berdewamiya aloziyên di navbera Îran, Amerîka û hevalbendên wê de, Tehran li çend eniyan rastî zextan tê.

Rayedarên Îranê ji destpêka şer ve tedbîrên ewlehiyê xurt kirine û ji rûdana aloziyên navxweyî an çalakiyên muhtemel ên dijberan di vê rewşê de bi fikar in. Çavdêr, zêdebûna desteserkirin û îdaman wekî hewldana Tehranê ya ji bo xurtkirina kontrola navxweyî û di rewşeke ku welat bi kêşeyên aborî û siyasî re rû bi rû ye, dinirxînin.

Kurdistan Haberleri

Ebdulselam Heykel: Em dixwazin ji şirketên Herêma Kurdistanê sûdê wergirin
Mine Kırıkkanat hakkında "kılıç artığı" soruşturması
Kremlin: Putin û Trump 90 deqîqeyan bi telefonê axivîn
Rojava | Li Hesekê hîn 400 girtiyên DAŞê mane
Rubio: “Herkes ji me didize ji ber em yê herî baş in”