Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî bi boneya sersala nû gotarek pêşkêş kir û ragihand ku wan ji bo parastina rûmet û aştiyê daxwaza serxwebûna xwe kiriye.
Şêx Hecerî di peyama helwestên girîng nîşan dan.
"Me daxwaza serxwebûnê kir"
Şêx Hecerî diyar kir ku wan êrişên komkujiyê têk birine û got:
"Ji bo parastina rûmet û aştiyê, li gorî yasayên navneteweyî û mafê çarenivîsê, me daxwaza serxwebûna xwe kir."
Piştgiriya ji bo Kurdan
Rêberê Durziyan beşeke axaftina xwe taybet ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê veqetand û wiha axivî:
"Em piştevaniya xwe ya tam ji bo mafên birayên xwe yên Kurd tînin ziman.
Em destxweşiyê li birayên xwe yên li peravên Sûriyeyê dikin ji ber hişyarî û redkirina zilmê."
Rexne li hikûmeta demkî
Hecerî bal kişand ser rûxîna rejîma Esed û hikûmeta nû ya veguhêz û got:
"Salek berê zordar (Beşar Esed) reviya û rejîma wî ya lewaz rûxiya.
Li şûna wî pergaleke komên siyasî hat ku bi komên tekfîrî, paşmayên DAIŞê û biyaniyan re tevlihev bûye."
Şêx Hecerî destnîşan kir ku wan ti cudahî di navbera rejîma berê û komên nû de nedîtiye û wiha pê de çû:
"Di vê qonaxa veguhêz de, me ti cudahî di navbera karesatên rejîma zordar û karesatên komkujiya komên nû de nedît, tenê di nav û şêweyê de nebe."
"Karesata Tîrmeha Reş"
Rêberê Durziyan anî zimên ku her gava wan daxwaza mafên Sûriyeyiyan kiriye, kîn û nefreta li hemberî wan zêde bûye û got:
"Karesata 'Tîrmeha Reş' bi serê me de anîn; komkujî kirin, mal şewitandin, milkên sivîlan talan kirin û destdirêjî li namûs û kevneşopiyan kirin."
Wî diyar kir ku hîn jî bi hincetên ewlehiyê rê li ber vegera wan a gundên wan tê girtin.
"Em dorpêçkirî ne"
Şêx Hîkmet Hecerî da zanîn ku ew paşve gavê navêjin û wiha got:
"Ez daxwazê ji hemûyan dikim ku yekdeng bin. Birîna me hîn kûr e, zarokên me hatine revandin û winda ne, topbaran berdewam e û em ji hemû aliyan ve hatine dorpêçkirin."
Hişyariya li dijî gendeliyê
Hecerî hişyarî da ku divê kes bazirganiyê bi mafên wan neke û got:
"Kî alîkarî û qûta xelkê bidize, yan bertîlê bixwe yan jî dest deyne ser milkên giştî û taybet, ti cudahiya wî ji terorîstan nîne."
Elewî û Xirîstiyan
Şêx Hecerî behsa rewşa pêkhateyan jî kir û got:
"Em sorikirina mezhebî û komkujiya kêmîneyan şermezar dikin. Tiştê ku li Hums û kinarên deryayê li hemberî birayên me yên Elewî û Mesîhî tê kirin, tenê wêraniyê ji herêmê re tîne."
Peyama ji bo Îsraîlê
Rêberê Durziyan di dawiya axaftina xwe de spasiya welatên ku qedrê hewlên wan digirin kir û got:
"Silav ji bo dewleta Îsraîlê, hikûmet û gelê wê û hemû wan dewletên zilhêz ku qedrê hewlên me digirin.
Em dê ji bo her kesê ku alîkariya me bike wefadar bin."
RÛDAW