Li gorî nûçeyeke rojnameya navdar a Amerîkî New York Times (NYT), di peywendiyên navbera Washington û Tehranê de geşedaneke girîng a dîplomatîk rû daye. Rojnameyê ji zarê berpirsekî payebend ê Amerîkî veguhestiye ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Mucteba Xameneyî, bi wê reşnivîsa rêkeftina destpêkê ya ku di encama danûstandinan de li gel Amerîkayê hatiye amadekirin, razî bûye. Ev gava Xameneyî, tevî ku heta niha bi awayekî fermî û eşkere nehatiye ragihandin jî, di nava kûlîsên dîplomatîk de wekî “pêngaveke erênî û stratejîk” tê nirxandin.
Lêbelê, sînorên vê rêkeftina destpêkê û encamên wê yên aborî gelekî rênîşander in. Heman berpirsê Amerîkî tekez kiriye ku tenê bi îmzekirina “Yadaşta Hevtêgehiştinê”, ti sûdeke darayî an jî aborî ya bilez nagihîje Tehranê. Hat ragihandin ku rakirina dorpêçên aborî û peydakirina piştevaniya darayî tenê bi cîbicîkirina mercên giran ên peymanê ve girêdayî ye. Di nav van mercên sereke de, radestkirina uraniyuma dewlemendkirî û hilweşandina beşek ji saziyên atomî yên Îranê cîh digirin.
Li aliyê din, ev hewldana dîplomatîk rûbêrûyî astengiyeke mezin a navxweyî ya Îranê dibe. Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) bal kişandiye ser nakokiyên kûr ên di navbera aliyên siyasî û serbazî yên li Tehranê. Li gorî raporta rojnameyê, navendên ewlehî û serbazî yên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê (Pasdaran) hîn razîbûna xwe li ser vê rêkeftinê nîşan nedane. Ev helwesta hişk a Supaya Pasdaran di asta navdewletî de wekî astengiya herî mezin a li pêşiya serkeftina pêvajoya aştiyê tê binavkirin.
Li ser qonaxên cîbicîkirina vê dîtina nû, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî daxuyaniyek da û nexşerêya Tehranê eşkere kir. Araqçî diyar kir ku pêvajoya lihevkirinê ji du qonaxên sereke pêk tê; qonaxa yekem îmzekirina yaddşta lêktêgehiştinê di navbera Tehran û Washingtonê de ye, û qonaxa duyem jî gihîştina rêkeftineke aştiyê ya mayînde û çareserkirina hemû dozên girtî yên di navbera her du welatan de ye.
Wezîrê Derve yê Îranê di dawiya daxuyaniya xwe de peyameke xurt da û destnîşan kir ku Îran ji pêgeheke bihêz û xwedî îradeyeke siyasî hatiye ser maseya gotûbêjan. Araqçî her wiha da zanîn ku pêvajo hîn berdewam e û hîn jî fersend heye ku hinek guhertinên teknîkî û siyasî di nivîsa yaddaşta lêktêgehiştinê de werin kirin.