Rapora NY: Di bûyerên perava Sûriyê de 1700 kes hatin kuştin

.

Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser bûyerên meha Adarê yên li perava Sûriyeyê rû dane, raporek weşand.

Di raporê de hatiye kirin ku bûyerên tundiyê yên ku di Adara îsal de li peravê li dijî elewiyan hatine kirin, plankirî û berfireh bûn. Li gorî raporê di encama bûyerên tundiyê de 90 jê jin ku navên wan hatine belgekirin, zêdetirî hezar û 700 kes hatin kuştin.

Komîteyê rapora xwe bi zêdetirî 200 hevpeyvînan û serdana gorên komî amade kiriye. Di raporê de, binpêkirin (kuştin, îşkencekirin, talankirin, şewitandina malan) ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên alîgirên ve wê hatine kirin, wekî asta sûcên şer hatine tespîtkirin.

Di raporê de bang li rayedaran hatiye kirin ku hemû tawankaran ceza bikin, gumanbaran tavilê ji kar dûr bixin û ji bo parastina civakan jî tedbîrên lezgîn bistînin.

Herwiha hate destnîşankirin ku revandina jinan û destgîrkirin jî di nav de, binpêkirin dewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne