Rapora Amerîkayê: 'Hizbayetî û budce' rê li ber yekkirina Pêşmergeyan digirin

.

Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê di rapora xwe ya nû de destnîşan dike ku "hizbayetî û kêmasiya budceyê" li pêşiya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan du astengiyên sereke ne.

Li gorî raporê, ev her du pirsgirêk pêvajoya yekkirin û modernîzekirina hêzan hêdî dikin û nahêlin ku Hêzên Pêşmergeyan bi temamî bibin hêzeke niştimanî ya yekgirtî.

Rapora demkî ya çaryeka duyem a îsal ku kar û çalakiyên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê dinirxîne, bi hûrgilî behsa rewşa Hêzên Pêşmerge dike.

Pêvajoya yekkirinê hêdî dimeşe

Di raporê de tê destnîşankirin ku ji 11 lîwayên piyade yên ku divabû bihata avakirin, tenê 3 lîwa bi temamî hatine avakirin û aktîf bûne, 3 lîwayên din jî di qonaxa destpêkê de ne.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) û Wezareta Pêşmergeyan di sala 2022yan bi hev re peymanek îmze kiribûn.

Li gorî peymanê, divê 138 hezar Pêşmerge di bin Fermandariya Wezareta Pêşmergeyan de bin lê heta dawiya gulanê tenê 72 hezar Pêşmerge di bin kontrola wezaretê de bûne.

Ev tê wateya ku hejmareke mezin a Pêşmergeyan hîn jî di bin fermandariya yekîneyên 70 û 80î de ne.

Wezareta Pêşmergeyan pêşbînî dike ku heta Îlona 2026an bigihîje armancên yekxistina hêzan.

Astengiyên sereke: hizbayetî û budce ne

Rapora Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê tekez dike ku "hizbayetî di nav Wezareta Pêşmergeyan de ma ye" û ev yek bandoreke neyînî li hewlên avakirina lîwayên hevbeş dike.

Di raporê de wisa hatiye gotin,"Tevî hewlên reformê û avakirina hêzeke leşkerî ya dûrî partiyan jî, lîwa hîn jî xwedî fermandarên partiyan e û li wan herêmên ku ser bi partiyan ve ne kar dikin."

Şiyan û kêmasiyên Pêşmergeyan

Li gorî raporê şiyan û kêmasiyên Hêzên Pêşmergeyan jî wisa ne:

“Lîwayên 1 heta 4an xwedî şiyanên bingehîn ên plankirin û birêvebirina operasyonan in.

Pêşmerge di warê îstixbarat û lojîstîkê de hîn jî pişta xwe dispêre alîkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon)

Pirsgirêka budceyê û nebûna budceyeke rasteqîn ji bo Wezareta Pêşmergeyan astengiyeke mezin e.

Lîwayên hevbeş ên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê li "herêmên nakokî li ser" kar dikin.

Ji bo lîwaya hevbeş a yekem sîstema ragihandinê ya radyoya Harris hatiye dabînkirin lê hîn jî pêdiviya wan bi perwerdeya berdewam heye.”

Raporê bi awayekî hevbeş ji aliyê Wezaretên Parastinê û Karên Derve û Ajansa Bipêşveçûna Navneteweyî ya Amerîkayê ve ji Kongreyê re hatiye pêşkêşkirin.

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin