Qubad Talebanî: Me li ser radestkirina dahatên negirêdayî petrolê bi Bexdayê re li hev kir

.

 Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike, “Me li ser radestkirina dahatên negirêdayî petrolê bi Bexdayê re li hev kir”. Herwesa dibêje, “Îsal hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tên kirin”.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro (Pêncşem, 23.05.2024) di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û radestkirina dahatên negirêdayî petrolê ji bo Hikûmeta Federalî bersiva rojnamevanan da.

Qubad Talebanî di derheqa radestkirina dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê de amaje da, “Em gehiştine lihevkirinekê ku divê ev dahat bên radestkirin û ya mayî mîkanîzma radestkirinê ye”.

Navbirî ron jî kir, “Şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku diçin Bexdayê û şandên Hikûmeta Îraqê jî ku tên Hewlêrê li ser mîkanîzma radestkirina dahatên negirêdayî petrolê li hev dikin”.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi nerazîbûn li ser şandina dahatên negirêdayî petrolê ji bo Bexdayê nînin”.

Qubad Talebanî di bersiva pirsyarekê de got, “Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê îsal tên kirin”.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê pêr (Sêşem, 21.05.2024) biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Îraqê pejirand. Li dû tekista wê biryarê ku roja Duşemê, 20.05.2024, derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

1.    Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

2.    Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

3.    Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.

Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.

K24

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin