Qubad Talebanî: Kurd ti carî teslîmî dîktatoriyê nebûne, teslîm nabin!

.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî di salvegera herifandina Rejîma Beisê de daxuyaniyek weşand û got, “Kurd ti carî teslîmî dîktatoriyê nebûne û teslîm nabin.

Qubad Talebanî li ser hejmara xwe ya facebookê bi boneya salvegera herifandina Rejîma Beisê daxuyaniye weşand û diyar kir, Kurd tevî zext, komkujî û qirkirinan bi têkoşînê bi ser ketin.

Qubad Talebanî got, “Rejîma Beisê nekarî vîna gelê me bişkîne û Kurd gelek caran rastî kiryarên dijmirovahî hatin. Rejîma Sadam xwîna Kurdan rijand. Li dijî wan jenosîd pêk anî. Sedam Hisên di Enfal û Helebçeyê de kurd qetil kirin. Gundên Kurdan şewitandin, girtiyên siyasî bidarve kirin û bi darê zorê kurdên Feylî koçber kirin, lê dîsa jî nikarî vîna wan bişkîne.

Qubad Talebanî bi bîr xist ku 9’ê Adarê salvegera rizgarbûna ji rejîma Baasê ye û got. “Kurd tu carî teslîmî dîktatoriyê nebûne û teqez di pêşerojê de jî teslîmî dîktatoriyeke din nabin.

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn