Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî êrişa bi dronan a îro ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir û got, “Binpêkirineke metirsîdar a serweriya Îraqê ye.”
Qubad Talebanî li ser êrişa bi dronan a îro ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê daxuyaniyek belav kir.
Qubad Talebanî di daxuyaniya xwe de anî zimên, “Em armanckirina ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”
“Helwesta Herêma Kurdistanê aştîxwazane ye”
Qubad Talebanî bal kişand ser helwesta Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû:
“Helwesta Herêma Kurdistanê ji destpêka şer û aloziyên li herêmê ve gelekî zelal, eşkere û aştîxwazane bûye.
Ji ber wê jî ev cure êriş ne tenê bêrêziya li hemberî helwest û rola aştîxwazane ya Herêma Kurdistanê ye, di heman demê de binpêkirineke metirsîdar a serweriya Îraqê ye jî.
Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye.”