Qubad Talebanî: Em ji bo avakirina hikûmetê amade ne

.

 Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, ew ji bo pêkanîna hikûmetê li ser "bingeha hevsengî û hevparaya rasteqîn" amade ne.

Talebanî li ser êrişa hefteya borî ya li ser Kormorê jî got, "Divê dawî li van êrişan were anîn."

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Michael Rigas civiyan.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Alîkarê Serokwezîr, di civînê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û "çend mijarên girîng ên ku cihê giringiya her du aliyan in" hatin gotûbêjkirin.

Avakirina hikûmeta nû

Di beşeke din a civînê de behsa avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin û Qubad Talebanî li ser vê mijarê got:

"Em amade ne ji bo avakirina hikûmetê li ser bingeha hevsengî û hevpariya rasteqîn ku bêyî cudahî xizmeta hemû welatî û deverên Herêma Kurdistanê bike."

Êrişa li Kormorê

Di daxuyaniyê de derbarê êrişa li Rafîneya Gazê ya Kormorê wiha hat gotin:

"Her du alî hevnêrîn bûn ku ev êrişa terorîstî, kirina armanc a binesaziya aborî û enerjiya Herêma Kurdistanê ye û divê dawî li van corên êrişan were anîn."

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got:

"Berdewamî û ducarebûna êrişên li binesaziya aborî û enerjiya Herêma Kurdistanê, îspata wê yekê ye ku pêwîst e asta hevahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de berdewam û zêdetir be."

Qubad Talebanî, vekirina "konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê" ya li Herêma Kurdistanê pîroz kir û wekî "bûyereke girîng" bi nav kir ku amaje ye ji bo "hêz û girîngiya pêwendiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de."

Reformên Wezareta Pêşmerge

Li ser Hêzên Pêşmerge û reformên Wezareta Pêşmerge jî, di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku tekezî li ser berdewamiya gavên reforman bi wî awayê ku plan jê re hatiye danîn hat kirin.

Qubad Talebanî ragihand, "Reformên Wezareta Pêşmergeyan qonaxeke baş derbas kiriye."

Talebanî spasiya Amerîkayê jî kir ji bo hevkariya Herêma Kurdistanê ya di vî warî de û tekezî li ser berdewamiya pêvajoyê kir heta ew dema Herêma Kurdistanê dibe xwediyê "hêzeke rahênankirî ya pîşeyî û niştimanî û dûrî her cure desttêwerdan û girêdaneke partiyî."

Kurdistan Haberleri

Komîteyê hûrgiliyên êrişa li Kormorê eşkere kirin
Li Biradostê goreke bikom hat dîtin: Paşayek û 10 parêzvanên wî tê de ne
Amerîka hêzeke nû ya dronên êrişkar dişîne Rojhilata Navîn
Serok Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye
DÊREZOR - 250 şervanên HSDyê perwerdeya xwe temam kir