Qubad Talebanî bangî Bexdayê kir: ‘Dawî li van komên çekdar bînin’

.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û bangî hikûmeta Îraqê kir ku dawî li komên çekdar bîne.

Wezareta Karebayê ragihandibû ku ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê qut bûye.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişê daxuyaniyek belav kir û got:

"Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê tawaneke terorîstî ya mezin e û armancgirtina jiyan û debara rojane ya xelkê û binesaziya aborî ya Kurdistan û hemû Îraqê ye.

Dubarebûna van cureyên êrişan ên li ser binesaziya aborî ya Kurdistanê bipêşketineke metirsîdar e û pêwîstî bi gavên çalak heye."

Talebanî diyar kir ku erkê hikûmeta federal e ku bilez biker û kesên li pişt vê êrişê ne ji raya giştî re eşkere bike û wan rûbirûyê ceza û lêpirsîna yasayî bike.

"Hêzên derveyî dewletê nayên qebûlkirin"

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman:

"Em tekez dikin ku berdewamiya van cureyên êrişan ji aliyê kom û hêzên li derveyî dewletê ve êdî nayên qebûlkirin û dibe sedema nearamiyeke siyasî û ewlehiyê.

Lewma divê gava sereke ya hikûmeta bê ya Îraqê bidawîanîna vê rewşê û cezadan û komkirina grup û hêzên çekdar ên li derveyî dewletê be."

Kareba qut bû

Li aliyê din, Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê bilançoya ziyan û qutbûna karebayê ya piştî êrişê eşkere kir.

Êriş bû sedema qutbûna berfireh a karebayê li seranserî Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê û Birêvebirê Giştî yê Kontrola Karebayê Umîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Sîstema karebaya niştimanî ji ber êrişê bi qutbûneke giştî re rûbirû ma.”

Hilberîna enerjiyê rawestiya

Umîd Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê bi piranî pişta xwe dide gaza xwezayî û ev agahî parve kirin:

“Li Herêma Kurdistanê ji sedî 80yê hilberîna karebayê bi rêya santralên gazê tê dabînkirin.

Di encama êrişê de herikîna gazê ya ji bo santralan bi temamî rawestiya.

Ji ber vê yekê sîstem têk çû û ji sedî 80yê karebaya herêmê qut bû.”

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê 26 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirin
Çalakvana Elewî: Kurd, Elewî û Durzî ne cudaxwaz in, lê nenavendiyê dixwazin
Rêbaz Hemlan: Bexda ti carî êrîşkarên ser Hewlêrê aşkere nake
Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da
Mesrûr Barzanî û Sûdanî axivîn: Komîteyeke hevpar tê avakirin