QETLÎAMA VARTÎNÎSÊ: Biryara girtinê heye, lê kes nehatiye girtin

.

Di doza qetlîama Vartînîsê de digel biryara girtinê jî, heta niha Bulent Karaoglû, Fermendarê Cendermeyan ê navçeyê nehatiye girtin.

Hefteya çû, dadgehê di doza qetlîama Vartînîsê de biryara girtina Bulent Karaoglû, Fermandarê Alayê ya Cendermeyan ê navçeyê dabû, lê Karaoglû heta niha nehatiye girtin.

Di 21ê Îlonê de li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê dadgehkirina qetlîama Vartînîsê ji nû pêk hatibû. Heyeta dadgehê biryar dabû ku Karaoglû, tekane bersûcê dozê, were girtin.

Dadgehkirin wê 4ê Çiriya Paşiyê ya 2021an dewam bike.

Kadîr Karaçelîk, parêzerê malbatê û Serokê Baroya Mûşê, bi Dîndar Karataş, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya re axiviye û gotiye ku, divê bi rengekî berfireh li Karaoglûyî bigerin û wî demildest bigirin.

Çi bûbû?

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind gotibû ku lêpirsîn û peyketineke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin jinû ve bibe.

Mehmet Nasir Ogutê 14 salî, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevim Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de li gundê Wartinîsê yê navçeya Têliya Mûşê agir bera mala wan dan û ew kuştin.

Doz derbarê qetlîamê de hatibû vekirin û di 1ê Gulana 2016an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hemû bersûcan ji ber “kêmbûna delîlan” beraet kiribû.

Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind ji bilî ya derbarê Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê biryara beraetkirina bersûcên din qebûl kiriye. Biryara beraeta derbarê Karagolûyî de qebûl nekiriye.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand