Qesra Spî: Biden cezayên ser Îranê sivik nake

.

 Berdevka Qesra Spî Jen Psakî ragehand, ‘’Tenê ji ber xatirê Îran vegere ser masa guftûgoyan serokê Amerîkayê Joe Biden cezayên li ser Îranê sivik nake.’’

Di bersiva pirsên rojnamevanan a derbarê rakirina cezayên ser Îranê de Psaki ragehand: ‘’Biden piştevaniya hewldanên dîplomatîk dike bo danûstanên li gel metirsiyan, ku ew jî bernameya atomî ya Îranê ye. Lê bêguman ji bo xatirê vegera Îranê li ser masa guftûgoyan ceza li ser wan nayên sivik kirin.’’

Roja yekşema borî serokê Amerîkayê Joe Biden di hevpeyvînek li ser CBS a Amerîkî de, dema pêşkeşkar pirs jê kir, gelo bo vegera Îranê ji guftûgoyan re, destpêkê ceza dê li ser bên rakirin? Biden jî ragehand: ‘’Nexêr.’’ Pêşkeşkar jî dîsa pirs kir, gelo li ser Îranê pêwîste yekem car bernameya dewlemend kirina Uranyomê ragire, Joe Biden bi serê xwe hejandinê wek bibêje belê bersiv da.

Rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî jî helgirtina cezayên aborî yên Amerîkayê li ser Tehranê wek mercê serekî danî bû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
Peyama nû ya Trump: Îran ji her demê bêtir nêzikî azadiyê ye
Derbarê Çemçemalê, ev yek bi xelkê nayê kirin - Arif Qurbanî
ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene