Qedexeya li 81 bajarên Tirkîyê û Bakur destpê kir

Li 81 bajarên Tirkîye û Bakurê Kurdistanê, bo heyama çar rojan qedexeya derketina derve destpê kir.

Navenda Nûçeyan - Bi biryara hikûmeta Tirkîyê, li 81 bajarên Tirkîye û yên Bakurê Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê qedexe hat ragihandin.

Qedexe demjimêr ji îro 23ê Gulanê dest pê kir û dê sê rojên Cejnê 24, 25 û 26'ê mehê heta nîvê şevê berdewam bike.

Di 24'ê Gulanê, roja yekemîn ya cejna Remezanê de molet tê dayîn kesên jor 65 salan derkevin derve.

Wezareta Navxwe ya Tirkîye jî da xuyakirin, nêzîkî 500 hezar kesan ji bajarên mezin moleta çûna gund û bajarokên xwe wergirtine ku piranîya wan kesên bitemen in.

Ev di demekê de ye, vîrusa Korona li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê pir belav bûye û heta niha  hejmara kesên bi wê vîrusê ketine gihîştîye 154 hezar û 500 kesan  û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştîye 4 hezar û 276  kesan.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin