Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Erecî ragihand ku Îraq gihîştiye qonaxeke girîng a bidawîkirina erka Koalîsyona Navneteweyî.
Qasim Erecî diyar kir ku ev pêngav ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî û bihêzkirina serweriya niştimanî ye.
Erecî îro di daxuyaniyekê de got, “Wekî temamkerê wan guftûgo û lihevtêgihiştinên ku 22yê Tîrmeha 2021ê dest pê kiribûn, îro em gihîştine rawestgeheke girîng a ji bo bidawîkirina erka Koalîsyona Navneteweyî û mana hêzên wan a li Îraqê."
Şêwirmendê Ewlehiyê yê Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku ev gav di xizmeta berjewendiyên niştimanî û daxwazên gelê Îraqê de ye.
"Serkeftina li dijî DAIŞê bi qurbaniyên Îraqiyan pêk hat"
Qasim Erecî li ser têkoşîna li dijî DAIŞê got:
"Serkeftina li dijî DAIŞê bi saya qurbaniyên Îraqiyan û lehengtiya hêzên me yên çekdar pêk hat.
Di vê pêvajoyê de piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, welatên dost û cîran jî hebû ku Îraq rêzê li vê rola wan digire."
Pêwendiyên dualî û aramiya herêmê
Qasim Erecî bal kişand ser paşeroja pêwendiyan û got:
"Bidawîhatina erkê Kolalîsyona Navneteweyî nayê wateya bidawîhatina hevkariyê. Pêwendî dê werin guhertin û bibin pêwendiyên dualî yên bihêztir."
Erecî her wiha destnîşan kir ku hevahengiya ewlehî, îstixbaratî û pevguhertina agahî û tecrubeyan li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevbeş dê bidome da ku aramiya herêmê were parastin.
"Roja Serweriya Niştimanî"
Roja 30ê Îlonê ew dema fermî ye ku di dan û standinên Komîteya Bilind a Leşkerî ya di navbera Bexda û Waşingtonê de hatibû diyarkirin.
Bi vê pêngavê re erkê leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê bi dawî dibe û baregehên leşkerî radestî hêzên ewlehiyê yên Îraqê tên kirin.
Hikûmeta Îraqê jî ev roj wekî "Roja Serweriya Niştimanî" bi nav kiriye.