PZK-Batman serlêdana Baroya Batmanê kir

.

PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê ji pêkhateyên PZK-Batmanê bi şandeke girseyî roja 26.10.2021'an, demjimêr 13.00 an de ziyareta Baroya Batmanê kir. Heyet ji alî Serokê Baroya Batmanê Av.Erkan ŞENSES ve bi germahî hat pêşwazîkirin.

Berdevka PZK Elif Kıvırcık, PZK-Platforma Zimanê Kurdî da nasîn û got ku "Ev sê salê ku ji alî Sîyasetmedar,dezgehên sivîl,revşenbîr,akademîsyen zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê ,ava bûye. PZK-Batman jî bi heman armancê dibin sîwana PZK Navend de ,di nêz de ava bu. Mebesta zîyareta me ku wek Baro ,ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermi di rojeva we de bê û hun bibin şirîkê vî karî.Her wuha hun pişgirîya kempanya ya îmzeyê bikin.Daxwaza me di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe de her tim tekildar bin."

Serokê Baroya Batmanê Rêzdar Erkan ŞENSES bi vê zîyaretê kêfxweşîya xwe anî ziman û got:

"Ev xwestinê we mafekî rewayê ,mafekî mirovahîyê ye û ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be.Karê bikeve ser me em ê bi were bin."

Zîyaret bi sohbetek têr û tije û serkeftî bi dawî bu.26.10.2021

PZK-Batman (Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê)

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand