PYDyê li ser rakirina Kurdî daxuyanî da

.

 Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser rakirina zimanê Kurdî ji tabelayan daxuyaniyek belav kir.

PYDyê diyar kir ku nivîsandina tabelayan a bi zimanê Kurdî serweriya Sûriyeyê xurtir dike.

Meclisa Giştî ya PYDyê îro li ser nenivîsandina zimanê Kurdî li ser tabelayan helwesta xwe anî zimên.

"Li dijî peymanan e"

PYDyê di daxuyaniyê de qala tabelaya Koşka Dadweriyê kir û got:

"Nenivîsandina zimanê Kurdî li ser tabelaya Koşka Dadweriyê ne li gorî naveroka peymanan e.

Ev yek ne li gorî rêya entegrasyona neteweyî ye jî."

PYDyê destnîşan kir ku zimanê Kurdî serweriya welêt kêm nake û wiha pê de çû:

"Em bi navê Meclisa Giştî ya PYDyê piştrast dikin ku nivîsandina tabelayan a bi zimanê Kurdî tê wateya xurtkirina serweriya Sûriyeyê.

Ev yek qet nikare wekî kêmkirina serweriyê were dîtin."

"Divê Kurdî bibe zimanekî fermî"

PYD xwest ku Kurdî bibe zimanekî fermî û wiha lê zêde kir:

"Naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî yê Sûriyeyê, gaveke neteweyî ye.

Ev gav rasterast bi xurtkirina serweriya neteweyî ya Sûriyeyê ve girêdayî ye."

PYDyê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser destûra nû ya Sûriyeyê jî.

Di daxuyaniyê de hat daxwazkirin ku mafên gelê Kurd li Sûriyeyê werin naskirin û hat gotin:

"Divê bi taybetî mafên zimanî û çandî werin naskirin.

Her wiha divê ev maf bi awayekî dadperwer û zelal di destûra bingehîn a paşerojê ya Sûriyeyê de cih bigirin."

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir