Li Bajarên Ewropî bi giştî xwepêşandan û mîting berdewam in, û xelkê me yê Kurd û Kurdistanî yên li diyaspora bi coşeke mezin tê de pişikdar in, wekî nameyeke zelal û aşkere ji raya Ewropî bi giştî re, armanc jê girîngiya liv û tevgereke bilez ji bo ferzkirina zext û fişarekê li ser desthilata nû li Şamê, da ku dijayetî û dijberiya xwe ya bêwijdan û hovane di dermafê herêmên me yên Kurdî û gelê me yê Kurd de li Sûriyê bide rawestandin.
Ev dijayetiya ku li herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê bûye û binpêkirin û tewanên nemirovane ku di dermafê xelkê me yên di wir de çêbûne hîna berdewam in, lê vê carê li Herêma Kobaniyê, milîseyên bi ser (xwedêgiravî bi ser wezareta berevaniya Sûrî ve) komkujî di dermafê sivîlên bêsûc de (zarok, jin, mêr) pêk anîn, mîna nepabendbûneke aṣkere û bicers ji agirbesta ku berê li ser hatibû lihevkirin, ev yeka jî hêminî û aramiyê gef dike, û hewildanên berpirsiyarane ji çareseriyên siyasî re beravêtî dike.
Ji çend rojan ve, artêşa Sûriyê rabû Bajarê Kobaniyê dorpêç kir, vê jî hîşt ku rewşên mirovî bi xişmeyî/pir zehmet bibin. Gelê me yê Kurd di mercên zor û zehmet de jiyan bikin, di siya tunebûna kehrebê/eletirîkê, avê û hemî xizmetguzariyên bingehîn de, û di nav bêdengiyeke şêt û acêb de, ji aliyên pêwendîdar ve.
Herweha jî em gurkirineke metirsîdar dibînin, dema ku milîseyên bi ser şalyariya Sûrî /wezareta berevaniya sûrî ve, êrişî ser herêmên Kurdî yên sînordar bi Îraqê re dikin, weke hewildaneke aşkere ji bo tevlihevkirina aramî û hêminiyê li wan herêman.
Em wek Rêxistina Ewropa Ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd li Sûriyê bi term têgehên herî hişk komkujiyên ku artêşa Sûriyê di dermafê sivîlên bê çek de li gundewarê Kobaniyê kirin şermezar û pirotesto dikin, û desthilata niha di ber wan binpêkirinên bi robet de -yên ku ji tewanên li dijî mirovahiyê têne hesibandin- sûcdar û berpirsiyar dibînin.
Duberebûna nepabendbûnê bi agirbestê ji aliyê desthilata heyî ve, çi bi destêwerdaneke yekser an jî bi riya şîret û fermanên derve, nemaze ji aliyê Dewleta Turkiyê ve, tunebûna viyana rasteqîn ji bo pabendiyê bi pêvajoya aştiyê û dawîkirina zehmetkêşiyên nişteciyan tekez dike.
Ji ber wê jî, em ji Hikomet û Dewletên Ewropa daxwaz dikin, ku zextê li ser desthilata heyî bikin, û jê daxwaz bikin ku gerek di cî de pabendiyeke tewaw bi xal û bendên agirbestê bike, hemî êrişên leṣkerî rawestîne, dorpêçê ji ser Kobaniyê û parêzgeha Hesekê rake, û bi rastî vegere ser masa guftûgoyan, ji ber ku guftûgo riya yekemîn e ji bo çereserkirina hemî dozên çaresernekirî û garantîkirina mafên netewî yên Gelê Kurd li Sûriyê.
Herweha jî bang û daxwaza me ji revenda me ya Kurd û Kurdistanî ya ji diyaspora re, ku hemî rengên xebat û çalakiyên aştiyane bidomînin, mîna hevdîtinên bi navendên biryarê yên Ewropî re, sazkirin û lidarxistina xwepêşandan û mîtîngên aştiyane, bi şêwakî şaristanî û li gor zagon û sîstemên dewletên Ewropî.
Û di vê pêvajoyê de, em gelê xwe yên Kurd û Kurdistanî li van welatan zor spas dikin, li ser liv û tevgera wan a berpirsiyar û hewildana wan a berdewam ji bo sekinandinê li rex gelê xwe yê Kurd li hundir welêt; bi riya çêkirina fişarê li ser navendên biryarê li Ewropa, da ku bi helwesteke zelal û aktîv derkevin û rêgirek ji terora milîseyên bi ser wezareta berevaniya sûrî ve û dijberiya wan ya berdewam li ser gelê me yê Kurd li Sûriyê were danîn.
Sermediya abedîn û rêz û rêzdarî ji Pakrewanan re, şifa ji birîndaran re, û şermezarî ji dijberiya bêwijdan re.
Rêxistina Ewropa Ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê
27.1.2026. Z – 2637. K