PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne

.

 Li gorî medyaya nêzîkî PYDê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), amadekariyê dike ku di meha Cotmehê de kongreya xwe ya pêşwext li dar bixe û di kongreyê de hem navê xwe hem jî kadroyên xwe yên sereke biguherîne.

Li gorî çavkaniyan tê çaverêkirin ku di vê kongreyê de di nava kadro, rêveberî û siyaseta partiyê de guherînên bingehîn pêk werin.

Tê gotin ku ev biryar li ser pêvajoya li Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan re tê meşandin û Peymana Entegrasyonê ya 29ê Çileyê ya bi Şamê re hatiye dayîn.

Heman çavkaniyan diyar kiriye ku ji ber geşedanên dawî yên herêmî û pêvajoya nû, amadekariyên kongreyê bi lez berdewam dikin û heta îdîayek heye ku dibe navê partiyê jî di ê kongreyê de bê guherandin.

Siyaset Haberleri

Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar
Efrînî dixwazin cihên wan ên dîrokî werin parastin
Metirsiya li ser Xaneqînê: Guhertina demografiyê û qutkirina navçeyan