PYD nehişt ku termê kurê xwe yê şehîd bi ala Kurdistanê veşêre

Laleş Ehmed Tahir ku xelkê gunekî Dêrika Hemko bû, yek ji sedan xort û keçên kurd ku li Minbicê di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

PYD nehişt ku termê kurê xwe yê şehîd bi ala Kurdistanê veşêre 

Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) nehiştin ku dayika şervanekî YPG ku di şerê Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, termê wî bi ala Kurdistanê binax bike, lê wê bi ser hemû hewlên wan de ala Kurdistan avête ser tabûta wî .

Laleş Ehmed Tahir ku xelkê gunekî Dêrika Hemko bû, yek ji sedan xort û keçên kurd ku li Minbicê di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Sûriye ya Demokrat (HSD) ku ji YPG, YPJ û şervanên bi ser hinek eşîrên ereb û grûpên suriyanên alîgirên rejîma Esed pêktên, bi alîkariya hêzên amerîkî DAIŞ ji Minbicê ku bajarekî erebî ye derxistin û piştre ew teslîmî "konseyeka sivîl" kirin ku piraniya enadamên wê, serok jî di nav de, kevnebe'sî û dostên rejîma Esed in.

PKK û rexistinên pêve girêdayî ala Kurdistanê mîna ala Herêma Kurdistana Iraqê dibînin û dibêjin ku ew ne ala hemû kurdan e.

Hejayî gotinê ye ku dewleta tirk jibo yekem car ala Kurdistanê weke ala "Bakurê Iraqê" binav kirye.
(E.B) 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran ji kuştin û girtina Kurdan têr nabe
Amerîkayê êrişî 3 tesîsên nukleerî yên Îranê kir
Serokwezîrê Brîtanyayê: Nabe ku Îran çekên atomî çêke
Ji Hikûmeta Iraqê daxuyaniya êrîşa Amerîka ya ser Îranê
Li Tehranê şer di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de çê bû