PYD li gel Elî Memlûk civîyaye

PYD, berî çend rojan, li Şamê li gel Elî Memlûk, serokê buroya ewlekariya niştimanî ya rejîma Esed civîyane.

Hate ragihandin ku çend fermandarên hêzên leşkerî yên PYD, berî çend rojan, li Şamê li gel Elî Memlûk, serokê buroya ewlekariya niştimanî ya rejîma Esed civîyane.

Jêderekî ji hukumeta Sûriyê ji televîzyoneka kurdî re destnîşankiriye ku, şandeya YPG ji her yek ji Sîpan Hemo, Rêdûr Xelîl, Selah Cemîl û 2 fermandarên jin ku navên wan nehatine destnîşankirin pêkhatiye.

Şandeya YPG bi zilamê nr 1 ê istxbarata Sûriyê re li ser peywendiyên di navbera herdu aliyan de, rewşa bajarê Hesekê ku çend caran bûye meydana şer di navbera wande û pirsa beşdarbûna PYD di guftûgoyên Cinêvê de jibo çareserkirina kêşeya Sûriyê rawestîyaye.

Hejayî gotinê ye ku herçende peywendiyên di navbera PKK û rejîma Esed de "dîrokî" bin jî, lê tu carekê wê tevgera Abdullah Ocelan bi fermî nasnekiriye û danûstandinên li gel PKK herdem bi rêya "kanalên ewlakriyê" hatine pêkanîn.

Tiştê ku gelek kurd nizanin, di nav de piraniya alîgirên PKK, ewe ku PKK heta niha  di lîsteya rejîma Sûriyê ya "rêxistinên terorîst" de cih digire.  
(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê