PWKyî Li Stenbolê Beşdarî Şeva Pîrozbahîya Newrozê Ya KURD-KAVê Bûn

.

Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (KURD-KAV) êvara 21.03.2026ê, li Stenbolê li hola otelekê şeva pîrozbahîya newrozê li dar xist.
Li gel rêvebir û endamên KURD-KAVê, Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk û rêvbir û endamên PWKyê yên li Stenbolê bi malbatî beşdarî pîrozbahîyê bûn. Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî pîrozbahîyê bûn.
Endamê rêvebirîya KURD-KAVê Mazhar Kara, pêşkêşvanê şevê bû.
Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.
Paşê Serokê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara bixêrhatina beşdaran kir û axaftina destpêkê kir; behsa girîngî û xebatên KURD-KAVê kir.
Piştî axaftina Mehmet Celal Baykara, rêvebirîya KURD-KAVê mafê axaftinê da Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk û Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan.
Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de girîngîya yekrêzî, hevkarî, tifaqên neteweyî, kurdistanî yên li her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê anî zimên û got ‘’Gava gelê me yê li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li dîasporayê bi awayekî girseyî piştgirîya xwe nîşanî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dan, ew şîara ‘Yek e, yek e, yek e; gelê kurd yek e. Yek e, yek e, yek e Kurdistan yek e’’ derket pêş. Bi ya me ev şîar îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî rêbaza me nîşan dide. Em li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahî û piştgirîya Hevpeymanîya 6 Partîyên sîyasî yên Kurdistana Îranê dikin. Em hêvî dikin ku Rejîma Dewleta Îranê birûxe û rêya azadîyê ji gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê re vebe. Em li Rojavayê Kurdistanê, piştgirîya heyeta temsîlî û biryarên Konferansa Qamişloyê dikin. Li Başûrê Kurdistanê daxwaz û hêvîya me ewe ku, hikûmeteke hevbeş bê ava kirin û hêza peşmerge, aborî, îdare, dîplomasî û hêza ewlekarîya Başûrê Kurdistanê bibe yek, nûneratîya Başûrê Kurdistanê bi awayekî yekgirtî li gel Bexda û dewletên cîhanê bibin mixatab’’.
Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstîya tifaqa neteweyî, niştimanî ya li Bakurê Kurdistanê û weha got ‘’Me wek partî û rêxistinên Kurdistanî û kesayetên serbixwe, di 14ê adarê de, li Amedê konferansek girîng li dar xist, me ji bo temsîlîyeteke neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê gavek avêt. Herweha wek HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN û kesayetên serbixwe yên kurdistanî, êvara 20ê Adarê me li Amedê, li Qada Şêx Seîd bi hev re newroz pîroz kir. Di 28-29ê adarê de jî li Amedê , bi mijara yekitîya neteweyî dê konferansek bê li dar xistin.
Em wek PWK, bangî alîyên ku li Qada Şêx Seîd bi hev re newroz pîroz kirine û beşdarên konferansa ku 28-29ê adarê dê li dar bikeve û hemû alîyên neteweyî, kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê dikin. Em dibêjin yên ku sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ‘Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al, yek ziman’ red dikin; çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê bi ’Cimhûrîyeta demokratik, netewa demokratik, entegrasyona demokratik, hemwelatîya wekhev’ pênase nakin; yên hebûna miletê Kurd û Kurdistanê qebûl dikin, mafê çarenûsîya miletê Kurd, li ser axa Kurdistanê mafê statuyeke milî, coğrafik, sîyasî diparêzên; bêyî ku wextê wenda bikin, bila tifaqa xwe ava bikin. PWK di vê derbarê de amadeye ku her fedekarî û berpirsyarîya ku bikeve ser milê wê dê bicîh bîne’’.
Piştî Mustafa Ozçelîk, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan axaft. Duzgun Kaplan di derbarê pirsa kurd û Kurdistanê û hevkarîyan de bîr û rayên xwe anî zimên.

Piştî van axaftinan, xelatên nivîskarên ku di pêşbazîya çîrokan a  KURD-KAVê ya bi zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) de biserketine pêşkêşî van nivîskaran hatin  kirin.
Di berdewamîya şevê de, slayteke ku ji kurte çîroka KURD-KAVê pêk hatibû hate nişandan.
Şeva pîrozbahîya newrozê ya KURD-KAVê bi stranan û govendê bidawî hat.
Buroya Ragehandine ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin
Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket